Cîgirê parêzgarê Silêmaniyê hişyariya xwediyên market, dikan û cihên bazirganiyê da ku her kes bixwaze bihayê tişt û kelûpelan bilind bike, wê demê li hemberî wî tedbîrên tund bên girtin.
Şaho Osman, cîgirê parêzgarê Silêmaniyê, îro pêncşemê ragihand: Derbarê wê rewşa ku niha ji ber bilindbûna bihayê dolarê çêbûye, em hemû aliyan piştrast dikin ku divê bi ruhê berpirsiyariyê re li gel wê rewşê mijûl bibin, heta ku rewş normal bibe.
Her wiha got: Wekî tê dîtin, hewildanên aramkirina rewşê berdewam in, ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hemû em bi hev re ji bo berjewendiya welatiyên xwe wê qonaxê derbas bikin.
Şaho Osman ragihand: Em rojane bi rêya gelek komîteyan rewşa bazarê û jiyana welatiyan dişopînin, ji ber vê yekê ji bo berjewendiya giştî ya welatiyan, heke rewşek giranbûnê û kêm şandina pêdiviyên ji aliyê şirketên xwarinê ve bo marketan were dîtin, neçar in herî tundtirîn cezayên qanûnî li wan bikin û navên wan jî di dezgehên ragihandinê de belav bikin.
Cîgirê parêzgarê Silêmaniyê ji welatiyan re daxwaz kir ku her kes gilî hebe, jimareyên komîteyên qaimqamiyeta navendî ya Silêmaniyê vekirî ne û dikarin wan agahdar bikin.







