Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşem lîsteya mûçeya mehê Îlonê ya mûçexwarên Herêma Kurdistanê belav kir.
Li gorî wê lîsteyê ku Wezareta Darayî û Aboriyê belav kiriye, mûçeya hemû mûçexwarên Herêma Kurdistanê di nav çar rojan de (yekşemî heta çarşemî) tê dabeşkirin.
Wezareta Darayî roja yekşemî ya dahatû di roja 11/10/2026 dest bi dabeşkirina mûçeyan dike û di wê rojê de teqawidbûyên pêşmerge û sivîl mûçeyên xwe werdigirin.
Herwiha roja çarşemiyê, di roja 14/10/2026 de, dabeşkirina mûçeya mehê Îlonê ya mûçexwaran bi dawî tê.
Wezareta Darayî nîvroya îro pêncşemê ragihandibû ku fînansekirina mûçeya mehê Îlonê ya mûçexwaran ji Bexdayê gihiştiye.
Foto: Lîsteya mûçeya mehê Îlonê ya mûçexwaran:-







