Mesrûr Barzanî, cîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi rêxistinên civakî yên herêma Badînan re civiya û ji wan xwest ku şiyan û kapasîteyên xwe pêş bixin da ku bi pêşveçûnên bilez ên vê serdemê re bigihîjin.
Piştî nîvro ya roja şemiyê, 24 Cotmehê, Mesrûr Barzanî, cîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê, di dema domandina serdan û civînên xwe de li bajarê Dihokê, bi rêxistinên civakî yên jinan, xwendekaran û ciwanan ên girêdayî Ofîsa Rêxistina Badînan a Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya û gotûbêj kir.
Cîgirê serokê partiyê, diyar kir ku bi rêz li cih û rola van rêxistinan dinêre û got: «Ez serbilind im ku ez jî rojekê endamê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê bûm.»
Cîgirê Partiya Demokrat a Kurdistanê herwiha ji van rêxistinan xwest ku şiyanên xwe bilind bikin da ku di asta pêşveçûnên bilez ên vê serdemê de bin û di hişyarkirina civakê û parastina destkeftiyên neteweyî de roleke bandorker bilîzin.







