Êvara roja duşemiyê 5ê Cotmehê 2026 li bajarê Hewlêrê, rêzdar Melamustefa Barzanî beşdarî merasîma bîranîna Roja Neteweyî ya Elmanyayê bû û ji aliyê Danîel Kreber, balyozê Elmanyayê li Iraqê, û Kristian Olîfke, konsulê giştî yê Elmanyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwazî lê hat kirin.
Merasîm ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Elmanyayê li Herêma Kurdistanê ve hatibû organîze kirin. Di dema beşdarbûna xwe de, rêzdar Mela Mustefa Barzanî germtirîn pîrozbahiyên xwe ji balyoz û konsulê giştî, dîplomat û welatiyên Elman ên li Herêma Kurdistanê dijîn re şand.
Ragihandina Ofîsa Melamustefa Barzanî







