Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya "Şah Xalid" li Riyadê û Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhaê li padîşahiya Erebistana Siûdî bi tundî şermezar kir.
Serokê hikûmetê di peyamekê de ku li ser tora civakî ya "X" belav kiriye, tekez li ser vê kir ku êrîşkirina li ser sivîlan û binesaziya medenî bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Di beşeke din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî sersaxî û hevderdariya xwe ji malbatên qurbanan re şandiye û hevderdariya tevahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gel û serokatiya padîşahiya Erebistana Siûdî re dubare kiriye.
Nivîsa peyama serokê hikûmetê:
Ez êrîşên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê û Balafirgeha Navneteweyî ya Ebhaê şermezar dikim. Êrîşkirina li ser gelê sivîl û binesaziya medenî nayê qebûlkirin. Sersaxî û hevderdariya xwe ji malbatên qurbanan re dibêjim û hevderdariya xwe bi gel û serokatiya padîşahiya Erebistana Siûdî re nîşan didin.







