Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, êrîşa «terorîstî» ya li ser dêrekê li parêzgeha Kerakê ya Keyaniya Urdunê, ku di encamê de hejmarek kesan hatin kuştin û birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyameke ku li ser tora civakî ya «X»ê weşandiye, pişta xwe bi gel û rêberiya Urdunê re nîşan daye û tekez kiriye ku terorîzm di hemû şêwazên xwe de, bi taybetî êrîşa li ser cihên pîroz û sivîlan, bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Neçîrvan Barzanî sersaxî û hevderdîna xwe ji malbatên qurbaniyan re ragihandiye û ji birîndaran re hêviya başbûna bilez kiriye; herwiha hêviya xwe nîşan daye ku Urdun û gelê wê her tim di aramî û îstiqrarê de bin.







