Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê û heyeta wî kir û hevkariyên leşkerî, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hewldanên ji bo avakirina kabîneyê nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Berî nîvro îro, duşem 19 Cotmeha 2026, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Jonathan Powell, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê, û heyeta wî kir.
Di civîna ku bi beşdariya İrfan Sıddıq, balyozê Brîtanyayê li Iraqê, hat lidarxistin, têkiliyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warên ewlehî û leşkerî de, û hevkariyên hevpar ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina aramî û îstiqrara li Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin.
Rewşa hundirîn a Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo avakirina kabîneyê nû ya Hikûmeta Herêmê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, dawîn pêşketinên siyasî û ewlehî yên herêmê bi giştî, ligel hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina tansiyonê, ji mijarên din ên vê dîtinê bûn; konsulê giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî beşdar bû.







