Ji bo koça dawiyê ya hunermendê navdar, rehmetî Ferîd Îsa, sersaxî û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wan ên hêja û hunermendên Kurdistanê dikim, hevderdî wan im.
Berhem û karên hunerî yên rehmetî Ferîd Îsa û dilsozîya wî ji bo qada hunerê hêjayî rêz û nirxandinê ne. Ji Xwedayê Mezin daxwazkar im ku bi dilovaniya xwe canê wî şad bike û teselî û aramiyê bide hemû aliyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê







