Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi tundî êrîşa "terorîstî" ya li ser dêrekê li parêzgeha Kerrekê ya Padîşahiya Haşimî ya Urdunê şermezar kir; di encama vê êrîşê de hejmarek kes bûne qurbanî.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ku li ser tora civakî ya "X" belav kiriye, hevderdîtiya xwe ji gel û serokatiya Urdunê re derbirî û tekez kir ku teror, bi hemû awayên xwe ve, bi taybetî êrîşkirina li ser cihên pîroz û welatiyên sivîl, ne cihê qebûlkirinê ye.
Neçîrvan Barzanî sersaxî û hevderdîtiya xwe ji malbatên qurbanî re şand û ji birîndaran re hêviya başbûna zû xwest; herwiha hêvî xwest ku Urdun û gelê wê herdem di aramî û îstiqrarê de bin.







