Dr. James Hesdo Hido û Rami Nûrî Siyaw eş, nûnerên pêkhateya xirîstiyan li Parlamentoya Kurdistanê ya Iraqê, bi tundî ew êrîşa "terorîstî" şermezar kirin ku dêra "Mar Jorjiyos" a ortodoks li parêzgeha Kerekê ya Urdunê kir hedef.
Nûnerên xirîstiyan di peyamekê de ragihandin: "Bi xem û pejnareyekî gelek mezin ve agahiya êrîşa terorîstî ya li ser dêra Mar Jorjiyos gihişt me, ku ji aliyê terorîstên tundrew ve hatiye kirin û di encamê de 7 kes şehîd bûn û 34 kesên din jî birîndar bûn."
Di peyamê de nûneran digel derbirîna hevderdana temam bi Patrîarkiya Romaya Ortodoks, gel û serokatiya Padîşahiya Hâşimî ya Urdunê re, piştrast kirin ku ew piştgiriya xwe ji hemwelatiyên xirîstiyan ên li Urdunê re didin.
Di dawiya peyamê de nûnerên xirîstiyan li Parlamentoya Kurdistanê, serxweşî û sersaxiya xwe ji malbatên qurbaniyan re şandin û ji birîndaran re hêviya başbûna zû xwestin.







