Roja sêşemê 13ê Oktoberê, piştî nîvro, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Gwendoline (Wendy) Green, konsulê giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, kir.
Di vê civînê de, li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê hate axaftin.
Her du aliyan li ser girîngiya parastina ewlehî û stabîlîtiya Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên, dostanî û hevalbendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, bi taybetî pêşxistina wê di warê bazirganiyê de û berfirehkirina bêtir a veberhênana kompaniyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê, li hev kirin.
Her wiha li ser pêwîstiya ji nû ve çalak kirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina kabîneyeke nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate tekez kirin.
Di beşeke din a danûstandinan de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, parastin û rêzgirtin ji avahiya bingehîn û daxwazên darayî, û veqetandina para budceya Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane hatin nîqaşkirin û nirxandin.







