Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Çandê yê Lubnanê kir û rewşa herêmê û girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî, bi taybetî di warê çandê de, nîqaş kirin û li ser wê rawestan.
Îro Çarşem, 21 Cotmeha 2026, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Gassan Selame, Wezîrê Çandê yê Lubnanê, kir.
Di vê hevdîtinê de, nêrînên li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê hatin guhartin û li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Lubnanê, bi taybetî di warê çandê de, hat tekez kirin.







