Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi berpirsê nû yê Ofîsa Ragihandinê ya Yekîtiya Ewropayê re civiya. Her du aliyan li ser xurtkirina têkiliyan tekez kirin.
Îro sêşem, 20 oktober, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji «Stefan Vent» (Stefan Vent), berpirsê nû yê Ofîsa Ragihandinê ya Yekîtiya Ewopayê li Hewlêrê, pêşwazî kir.
Serokê Hikûmetê di dema pîrozkirina destpêkirina karê wî de, ji bo wî di pêkanîna erkên xwe de serkeftin xwest û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wî re ragihand.
Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê jî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewropayê re tekez kir.
Reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşên cuda de û rewşa giştî ya Iraq û herêmê, beşeke din a axaftinan bû.







