Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê bi berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re civiya û piştî nirxandina xizmetên pêşkêşkirî li herêma Badînanê, berpirsên vê herêmê ji bo xizmetkirina bêtir ji welatiyan re erkdar kir.
Îro şemî 24 Cotmehê 2026, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê bi berpirsên îdarî yên navçeya parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re civînek li dar xist.
Di vê civînê de, rewşa xizmetên giştî li herêma Badînanê hate nirxandin û li ser pêdiviya baştirkirina xizmetan û xizmetkirina bêtir ji welatiyên vê herêmê re hate tekez kirin.
Serokwezîrê berpirsên vê herêmê erkdar kir ku di asta berpirsiyariyên xwe de bin û bi hemû hêza xwe ji niştecihên herêmê re xizmet bikin.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bike bi xizmetkirinê û bicihanîna projeyên xizmetguzariyê li hemû parêzgeh û herêmên Herêma Kurdistanê.







