Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mîrê Êzdiyan re civiya. Mesrûr Barzanî ji Mîrê Êzdiyan re got: «Em pabend in ku piştgiriyê bidin maf û daxwazên we.»
Êvara roja duşemê, 26 Oktoberê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li navçeya Şêxanê bi Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan, re civiya.
Di vê civînê de, ku bi beşdariya Şêx Elî Elyas Babayê Êzdiyan û komek ji kesayetiyên olî û navdarên Êzdiyan pêk hat, rewşa Êzdiyan hate nîqaşkirin û nirxandin, û serokwezîr bal kişand ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştgiriya maf û daxwazên Êzdiyan.
Mîrê Êzdiyan jî spas û rêzgirtina xwe û civaka Êzdiyan anî ziman û ji piştgiriya berdewam a serokwezîr spas kir.







