Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê pêşwaziya Qasim El-Ebûdî, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, kir.
Di vê hevdîtinê de, rewşa Iraqê piştî qonaxa derketina hêzên koalîsyonê û gef û xeterên terorîzmê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan li ser girîngiya berdewamkirin û xurtkirina hevrêziya di navbera pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, ji bo parastina aramiyê û ava kirina stabîlîteyê li seranserê welatê, tekez kirin.
Pêşketinên dawî yên herêmê û bandorên wan li ser Iraqê, siyaseta ewlehiyê ya Iraqê ji bo vê qonaxê û pêwîstiya hevkarî û tevgera hevpar a saziyên ewlehiyê ji bo rûbirûbûna kêşeyan û parastina ewlehiyê, herwiha rola wê di parastina stabîlîteya herêmê de, mijareke din a vê civînê bû.







