Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyama serxweşiyê ji malbat û kesûkarên mərhûm Şemal Omer re şandiye.
Nivîsa peyama serxweşiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê:
Ji bo koça dawiyê ya hunermend û şanogerê navdar, mərhûm Şemal Omer, serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên mərhûm û hunermendên Kurdistanê dikim; ez hevxemê wan im.
Mərhûm Şemal Omer temenek di xizmeta pêşkêşkirina huner û şanoya Kurdî de derbas kir û bîranîna wî bi xêr dimîne. Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê wî bi dilovanîya xwe şad bike û dilniyayî û aramiyê bide hemûyan.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/10/22







