
Serok Barzanî pêşwazî li serokwezîrê berê yê Iraqê kir û her du aliyan li ser temamkirina kabîneya hukûmeta federal û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekezî kirin.
Îro duşem, 12 Cotmehê 2026 li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mihemed Şiya‘a Sûdanî, serokwezîrê berê yê hukûmeta federal a Iraqê û serokê Hevbendiya Avakirin û Pêşveçûnê kir.
Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hate nîqaşkirin û li ser pêwîstiya temamkirina pêkhateya wezîrî ya hukûmeta federal û piştgiriya wê tekezî hate kirin.
Her wiha mijara dengdanê li ser budçeya giştî, pejirandina qanûnên pêwîst û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate nîqaşkirin.







