Yekşem 11 Cotmehê 2026 li Pîrmegrûnê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Antî Putkonîn, balyozê Fînlandayê li Iraqê, kir.
Di vê civînê de, her du aliyan li ser tengezariyan, tevliheviyan û pêşketinên dawî yên di asta herêmî û navneteweyî de danûstandina ramanan kirin û li ser pêwîstiya serdestbûna diyalogê û rêbazên aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî û cîhanî tekez kirin.
Di beşeke din a civînê de, têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û koordînasyona di navbera wan de hatin nîqaşkirin. Herwiha li ser derbasbûna asteng û kêşeyan û çareserkirina pirsgirêkên Iraqê di çarçoveya destûrê de û bi berçavgirtina prensîbên beşdarbûnê, hevsengî û lihevhatinê ronahî hate avêtin.
Gef a terorê û rola hevalbendên di şerê li dijî terorîstan de mijareke din a civînê bû; Serok Barzanî ji rola Fînlandayê û welatên koalîsyonê di alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê û têkbirina terorîstên DAÎŞê de spas kir.
Balyozê Fînlandayê li Iraqê jî îşaret bi rola girîng û bandorker a hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kir û tekez kir ku, li gorî dîtina welatê wî, hebûna herêmeke Kurdistanê ya bihêz dê bibe sedem ku Iraq di peydakirina aramî û pêşketinê de bêtir bihêz bibe.







