Ji ber ku di merasîma destpêka sala nû ya xwendinê de ala Kurdistanê hat bilindkirin û sirûda neteweyî ya Ey Reqîb hat gotin û tê îdîakirin ku ala Iraqê nehat bilindkirin û sirûda neteweyî ya Iraqê dereng hat gotin, qaymeqamiya Xurmatu li dijî rêvebirê dibistana Mewlewî gilîyekî yasayî tomar kir
Zeyneb Adil, rêvebira dibistanê ku ji neteweya Turkmen e, dibêje: “Ya ku min kiriye ne neyasayî bûye; belkî destûr rê daye. Em li Xurmatu di navbera neteweyan de cudahî nakin. Dibistan ne cihê cudahiya neteweyî ye, belkî cihê perwerdehiyê ye.” Wê herwiha got ku sibê dê biçûya rêveberiya perwerdehiyê û ji bo her gavê amade ye.







