Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi Gwendoline Green, konsulê giştî yê Amerîkayê, re civiya. Di vê civînê de bal hat danîn ser hevparêziya navxweyî û lezgînkirina gavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Roja Çarşemê 2026/10/14, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwazî li Gwendoline Green, konsulê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, kir.
Di vê civînê de, têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Di heman çarçoveyê de, her du aliyan li ser pêwîstiya hevparêziya navxweyî û hewl û lezgînkirina gavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Çaresserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûrê û parastina aramiyê, ligel dawîn pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên herêmê bi giştî, mijarek din a vê civînê bû.







