Îro, Çarşem 2026/10/21, li Hewlêrê merasîmek ji bo ragihandina destpêkirina karê «Tora Rabejna Rizgarkiriyan» a Êzidiyan hat lidarxistin. Di merasîmê de hejmarek ji berpirs û mêvanên ji hundir û derveyî Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Di vê merasîmê de, birêz Dilşad Şehab, alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê, li şûna cenabê Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyama wî xwend. Nivîsa peyamê wiha ye:
Amadeyên hêja,
Xwişk û birayên rizgarkirî,
Rojbaş, hemû we li Hewlêrê bi xêr hatin.
Kêfxweşî ye ku îro ev merasîma cuda tê lidarxistin; merasîmek ku berevajî rabirdûyê, ne ji bo zindî hiştina bîr û bîranîna êşdar, zindîdefinkirin, jenosayd û sûcên terorîstên DAÎŞê li dijî hevwelatiyên me yên Êzidî ye, lê ji bo ku em şahidê destpêşxeriyekê û destpêkeke nû ji aliyê rizgarkiriyan ve bin, yên ku bi îrade û israra xwe li pey avakirina jiyaneke nû û paşerojeke baştir in.
Êzidiyan bi rawestan û wêrekbûna xwe îspat kir ku terorîzm bi hemû sûc û hovîtiyên xwe nekarî îradeya wan bişkîne an hêviya jiyanê ji wan bistîne. Wan nîşan da ku bi biryardar in careke din li ser piyan rabin, mafên xwe vegerînin û ji bo xwe û zarokên xwe paşerojeke baştir ava bikin.
Ragihandina «Tora Rabejna Rizgarkiriyan» îro, nîşana vê îradeyê û gaveke girîng ber bi qonaxeke nû ve ye; di vê qonaxê de bixwe rizgarkirî xwediyê destpêşxerî, deng û roleke bandorker di mijar û biryarên têkildarî maf û paşeroja xwe de ne.
Em vê gavê pîrozbahî li wan dikin û careke din piştgiriya xwe ji hewl û armancên wan re radigihînin. Di vê destpêşxeriyê de, em derfeteke girîng dibînin ji bo xurtkirina hevkarî û hevgirtina di navbera rizgarkiriyên hemû pêkhateyên ku bûne qurbaniyên sûcên DAÎŞê de.
Amadeyên hêja,
Ev erkê me bûye û em her tim di şert û mercên dijwar û zehmet de piştgiriya Êzidiyan kiriye. Di vê boneyê de jî careke din dubare dikin ku li Kurdistanê, Iraqê û li her cihê din ku be, em ê her tim piştgir û parêzvanê mafên wan ên rewa û nasnameya wan bin. Herwiha heta ku heta yek kesê revandî bimîne, nivîsgeha me dê hewildanên xwe ji bo azadiya wan, vegerandina wan û zelalkirina çarenûsa wan bidomîne.
Pêkanîna dadmendiyê, garantîkirina mafên rizgarkiriyan, eşkerekirina çarenûsa kesên windabûyî, bicihanîna Qanûna Rizgarkiriyên Êzidî, afirandina şert û mercên guncaw ji bo vegera penaberan û ji nû ve avakirina Şengalê (Sinjar) û herêmên din ên Êzidiyan, erkên sereke yên me ne û em ê di vê rê de ji tu hewildanekê xwe dûr nexin.
Ev mafê rizgarkiriyan e ku dadmendî li ser wan bê bicihanîn; herwiha mafê wan e ku jiyana wan heta hetayê di bin bandora jenosaydê de nebe, lê divê derfet ji wan re bêne peydakirin da ku bibin hevkarên çalak di avakirina paşeroj û civaka xwe de.
Baweriya me ew e ku bihîstina dengê rizgarkiriyan û beşdardana wan di biryarên têkildarî jiyan û mafên wan de, beşeke bingehîn a dadmendî û rêzgirtina ji rûmeta mirovatî ya wan e. Ji ber vê yekê, serkeftina vê torê dê serkeftina her hewildanekê be ku ber bi gihiştina dadmendî, ji nû ve avakirinê, aştiyê û hevjiyana bi aştiyane ve ye.
Xwişk û birayên hêja,
Ez li wan pîrozbahî dikim ji ber wêrekî û rawestana rizgarkiriyan û israra wan ji bo pêşketinê. Ez vê destpêşxeriyê ya ragihandina «Tora Rabejna Rizgarkiriyan» pîrozbahî dikim û hêvî dikim ku bibe destpêka qonaxeke nû ya hêvî, kar û destkeftiyan.
Herwiha ez ji hewildanên rêxistina «Yezda» spas dikim. Ez ji Hikûmeta Almanyayê, Ajansa Hevkarîyên Navneteweyî ya Almanyayê (GIZ) û hemû hevkar û piştgirên vê destkeftiyê re spasdar im.
Her tim serbilind bin, gelek spas dikim.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/10/21







