Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi balyozê Romanyayê re civiya û di vê civînê de perspektîfa têkiliyên Bukreşê bi Bexdayê û Hewlêrê re hat xuyakirin.
Berî nîvro ya îro sêşem 13ê Oktoberê, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Radu Dobre, balyozê Romanyayê li Iraqê, kir.
Di vê civînê de, wan perspektîfa têkiliyên Bukreşê bi Bexdayê û Hewlêrê re nirxand û li ser awayê pêşxistina hevkariya hevpar a di navbera wan de, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in, nîqaş kirin.
Guhertinên siyasî yên herî dawî û bandor û encamên wan li ser ewlehî û aramiya Iraqê û herêmê, digel tekez kirina girîngiya hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina tengezariyê û parastina aramiyê, mijarek din a vê civînê bû.







