Dîwanê Medya û Agahiyê ragihand, sibê Çarşemê heyetekî bilind ê danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo axaftina li ser maf û heqên darayî di projeya qanûna budçeya 2027 û sabîtkirina mûçeyan, serdana Bexdayê dike.
Îro Sêşemê 6-ê Cotmeha yekem a 2026-an, Dîwanê Medya û Agahiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir: Di çarçoveya domandina danûstandinan bi Hikûmeta Federal re, derbarê berpirsiyariyan û maf û heqên herêmê di budçeya giştî ya 2027-an de, roja Çarşemê 7-ê Cotmeha yekem a 2026-an, heyetekî bilind ê danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heyet ji van kesan pêk tê: serokê Dîwana Encûmena Wezîran, sekreterê Encûmena Wezîran, serokê Dîwana Hevrêzî û Şopandinê, cîgirê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, rêveberên giştî yên budçe û hesabê di Wezareta Darayî û Aboriyê de û nûnerê Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan.
Dîwanê Medya û Agahiyê destnîşan kiriye ku heyeta herêmê bi hevahengiya nûnerên Kurd li dezgehên federal, civînek fermî bi Wezareta Darayî ya Federal re pêk tîne da ku li ser berpirsiyariyên darayî û neftî û mafên herêmê di budçeya 2027-an de bigihîje têgihiştinek hevpar û dadperwer, û herwiha tekez dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyariyên xwe yên darayî û neftî li hember Bexdayê bicîh aniye û ji bo sala 2027-an jî bidomîne, bi awayekî ku tu bahane ji bo derxistin, rawestandin an kêmkirina heqên darayî yên herêmê nemîne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku di civînan de li ser tevahiya mafên darayî tê axaftin, ji wan: mûçe û heqên mûçexwaran, Pêşmerge û hêzên ewlekariya navxweyî, teqawîtkirî, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan, sûdmendên çavdêriya civakî, herwiha heqên herêmê di tabloyên milak û pileyên karî de, lêçûnên bikaranînê, projeyên veberhênanê, lêçûnên serwerî û dadwerî û hemû ew mafên ku li gorî destûr û qanûnê hatine diyarkirin.
Bi taybetî tê tekez kirin ku heqên darayî û mûçeyên mûçexwarên herêmê di qanûna budçeya 2027-an de bi awayekî qanûnî werin sabît û parastin, bi awayekî ku mûçexwarên Herêma Kurdistanê wekî herêmên din ên Iraqê hevpar bin, li gorî ku Dadgeha Bilind a Federal biryar daye, herwiha heyeta herêmê israr dike ku mûçe û heqên bingehîn ên darayî ji pîvana lêçûna rastîn (al-infaq al-fi'lî) û her astengiyekî din dûr bixin û mekanîzmayek zelal û sabît ji bo şandina wan were danîn.







