Bi boneya Cejna Cema, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Encumena Ruhaniyan, kesayetiyên olî û hemû xwişk û birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê re şand.
Nivîsa peyama Serok Barzanî:-
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi derfeta Cejna Cema ya xwişk û birayên Êzdî, pîrozbahiyeke germ ji civata ruhaniyan û olîdar û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê re dikim.
Hêvîdar im xwişk û birayên Êzdî hemû cejn û derfetên xwe di aramî û ewlehiyê de bi azadî derbas bikin. Bi vê derfetê ez piştrast dikim ku em her dem piştgirîya parastina maf û daxwazên wan ên rewa dikin.
Bimînin di xêr û xweşiyan de.
Mesûd Barzanî
6ê Çileya Yekê 2026







