Serok Barzanî pêşwazî li heyeta bilind a parêzgeha Mîsanê kir, bi serokatiya parêzgar û serokê encûmena parêzgehê; di dîtinê de li ser rewşa giştî û hemahengiya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê de nîqaş hat kirin.
Roja şemiyê 10 ya Çirîna yekemê 2026, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li heyeta parêzgeha Mîsanê kir ku ji Hêbîb Zahir El-Fetusî, parêzgarê Mîsanê û serokê heyetê, û herwiha Mustefa Du'eyr Mihemedawî, serokê encûmena parêzgehê, û hejmarek ji endamên encûmena parêzgeha Mîsanê pêk hatibû.
Di dîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û herwiha hemahengiya di navbera parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê de hat axaftin.








