Serok Barzanî pêşwaziyê li berpirsê nû yê nivîsgeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir û rewşa herêmê, pêvajoya ji nû ve xebitandina parlamentoyê û pêkanîna kabîneyê nû yê hukûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Roja sêşemê 20ê Çiriya yekemê 2026 li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Ştêfan Vênt, berpirsê nû yê nivîsgeha peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê, kir.
Di hevdîtinê de Ştêfan Vênt kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re û erkê xwe yê nû li Herêma Kurdistanê derbirî û spasiya xwe ji bo vekirîbûn û mêvandostiya gelê Kurdistanê nîşan da. Herwiha ragihand ku Yekîtiya Ewropayê bi girîngiyeke mezin li cih û bandora Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê û herêmê dinihêre û xwe wek piştgir û hevparê herêmê dibîne.
Di heman hevdîtinê de ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û pêşketin û tevliheviyên herêmê, û derbarê astengiyên li pêşiya ji nû ve xebitandina parlamentoyê û pêkanîna kabîneyê nû yê hukûmeta Herêma Kurdistanê jî raman hatin guhertin.
Ji bo dîtina vê vîdyoyê ji kerema xwe JavaScript çalak bikin, û bifikirin ku gerokekê webê nûve bikin ku piştgirî dide vîdyoya HTML5
- Beş
- danasîn neçalak e, hilbijartî
- mîhengên binevîsan, diyaloga mîhengên binevîsan vedike
- binevîs neçalak e, hilbijartî
Ev pencereyek modalan e.
Destpêka pencereya diyalogê. Escape dê betal bike û pencereyê bigire.
Dawiya pencereya diyalogê.







