Serokê Herêma Kurdistanê bi konsulê giştî yê nû yê Almanyayê re civiya û di civînê de Neçîrvan Barzanî spas û nirxandina Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgiriya domdar a Almanyayê dubare kir.
Berî nîvroya îro, sêşemî 6ê Çirîna yekê, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî ji Kristian Ölfke, konsulê giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, û heyetek ji hevkarên wî kir.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî ji Ölfke re ji bo destpêkirina karê wî kir û ji Xwedê re serkeftin di erkê wî de xwest. Herwiha amadebûna xwe û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û serkeftina erkê wî îfade kir.
Di heman demê de, wî spas û nirxandina Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgiriya domdar a Almanyayê dubare kir, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ û li hemberî terorê, herwiha ji bo alîkariyên siyasî û mirovahî yên wê ji Herêma Kurdistanê re.
Ji aliyê xwe ve, konsulê giştî yê Almanyayê, piştî spasikirina Serokê Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina zêdetir a têkiliyên han û pêşxistina hevkariya hevbeş bi Herêma Kurdistanê re rawesta. Di heman demê de, rola Serokê Herêma Kurdistanê li asta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî bilind nirxand.
Di rewşa herêmê de bi giştî dawîn pêşhatên herêmê mijarekî din ê hevdîtinê bû.







