Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameya sersaxiyê ji malbata merhum Celîl Kakeweys re şand û ragihand ku Celîl Kakeweys xizmeteke mezin ji edebiyata Kurdî re kiriye.
Nivîsa nameya sersaxiyê ya Serokê Herêmê:-
Ji bo koça dawî ya nivîskar, werger û çîrokvanê navdar ê Kurdistanê merhum Mamoste Celîl Kakeweys, sersaxî û hevxemîya xwe ji malbat û kesûkarên hêja yên wî û hemû nivîskar û ronakbîrên Kurdistanê re radigihînim.
Merhum Mamoste Celîl Kakeweys xwediyê pêgeheke diyarkirî û xizmeteke mezin bû di tevgera edebî û çandî ya Kurdistanê de. Bi berhem û wergerên xwe yên dewlemend, bi taybetî di warê çîrok û edebiyata hevdem de, xizmeteke pir pêşkêş kiriye.
Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku bi rehm û dilovanîya xwe ruhê wî şad bike û aramî û dilnermî bide malbat, kesûkar û hevalên wî.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/10/10







