Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, kevirê bingehê projeya geştiyariya "Geliyê Zaxo" danî û ragihand ku pêşxistina sektora geştiyariyê beşekî sereke ye ji bernameya kabîneyê ya hikûmetê bo cûrbecûrkirina çavkaniyên dahatê.
Îro yekşem 25 ya Cotmehê 2026, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kevirê bingehê projeya geştiyariya Geliyê Zaxo danî.
Di merasîmê de serokê hikûmetê axaftinek pêşkêş kir û tê de, ligel derbirîna kêfxweşiya xwe, îşaret bi vê yekê kir ku girîngîdana sektora geştiyariyê bûye beşek ji bernameya kabîneyê ya hikûmetê û ji vê aliyê ve, her tiştî ku hikûmet di hêza xwe de hebe, wê ji bo wê bêdeng nemîne. Herwiha behsa vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bilî xwezaya xwe, gelek cihên dîrokî û cihên olî jî dihewîne ku dikare ji aliyê geştiyariyê ve sûd ji wan were wergirtin û veberhênan tê de were kirin.
Ev jî nivîsa axaftinê ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Xwişk û birayên hêja
Amadeyên rêzdar
Bi xêr hatin hemûyan, ez gelek kêfxweş im ku îro li gel we beşdar im bo danîna kevirê bingehê projeyekî geştîyariyê ya stratejîk ku di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de nimûne ye û projeyekî mezin e. Ez hemûyan bi germî pêşwazî dikim û ez kêfxweş im ku îro kevirê bingehê vê projeyê datînin. Ez bawer im ku piştî qedandina vê projeyê, ew ê bibe sedema pêşketina zêdetir a sektora geştîyariyê li devera Badînan û bi giştî li Herêma Kurdistanê.
Ez ji kompanyaya (Marmontana) û birayê hêja Hacî Saman re ji bo vê karê baş ê ku kiriye spas dikim. Herwiha ji Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re ji bo wan hêsankariyên ku kirine û ji bo hevkariyên wan di kişandina veberhêneran bo navçeya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo de spas dikim. Ez ji gelê Zaxo re ji bo piştgiriya wan a berdewam û ji bo vê evîndariya ku nîşan dane ji bo jîngeha xwe, bajarê xwe û welatê xwe spas dikim. Bi rastî, ev cihê spas û cihê serbilindiyê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya bernameya xwe û bi hevkariya sektora taybet de girîngî û nirxekî mezin daye sektora geştîyariyê. Ev jî di çarçoveya siyaseta kabîneyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye, da ku aboriya Herêma Kurdistanê pirjimar bibe û çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê zêde bibin.
Herêma Kurdistanê, bi taybetî devera Badînan, ji aliyê geştîyariyê ve gelek cihên xweş û bedew hene û xwedî pozîsyonekî girîng jî ye. Herwiha gelek derfetên baş tê de hene ku ê bibin yek ji çavkaniyên herî girîng ên dahatê li Herêma Kurdistanê û gelek derfetên kar jî ji bo gelê me û ciwanên me amade bikin.
Kurdistan xwedî siruştêkî gelek bedew û gelek balkêş e. Berî demekê ez hatim Zaxo û gelek cihên geştîyariyê ziyaret kirin. Bi rastî gelek cihên gelek bedew û xweş hene. Ji hemûyan jî dilxweşkerîtir, bawer bikin, min nedît ku tu zibil li ser kenarên rêyan hatibe avêtin, û ev jî cihê spasê ye.
Ez hêvîdar im ku gelê me ji wan projeyên geştîyariyê sûdê werbigire. Mêvan jî tên vir; rêzê ji mêvanan re bigirin û daxwaza me ew e ku ew jî rêzê ji jîngeha Herêma Kurdistanê û ji wan projeyan re bigirin. Em bi hev re bikarin gavên baştir ji bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê û bi taybetî ya vê deverê bavêjin.
Di serdemên berê de, mixabin, gelek zirar gihîştiye siruşta Kurdistanê û gelek gundên me wêran hatine kirin. Heta niha jî, ji ber tevlihevî û şer û pevçûn û nebûna ewlehî û aramî û ewlehiyê, bi taybetî hin xalên sînorî, hemû cih nehatine avakirin. Hêviya me ew e ku di zûtirîn demê de aramî û stabîlî ji wan cihan re jî vegere û ew jî careke din bibin beşek ji projeyên geştîyariyê li navçeya Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo, û projeyên wekî ya ku em niha dibînin jî li wan cihan bên kirin.
Ji bilî ku Kurdistan xwedî xwezayeke bedew e, di warê dîrokê de jî li ser asta hemû Herêma Kurdistanê gelek cihên dîrokî û balkêş hene: li Dihokê, Zaxoyê, Amediyê, Akrê, Semêlê û Berderêşê. Divê ez navê hemû cihan bibêjim, ji ber ku hin hevalên din jî belkî li Batîfayê û Kanî Masiyê bin. Bi giştî devera Badînan girîng e, lê dîsa li Hewlêrê, Soranê û Riwandizê, Şikefta Şanederê û bi xwe Keleha Hewlêrê gelek cihên balkêş hene. Xins, gelek cih hene wekî şûnwarên dîrokî ku gel dikare were û sûdê jê werbigire. Li devera Germiyanê, Silêmaniyê, Raniyeyê û Qeladizê gelek cihên dîrokî hene ku gel dikare biçin wan serdan bikin.
Ji bilî şûnwarên dîrokî, gelek cihên olî jî hene, wekî mizgeft, dêr û perestgeh, ku dikarin bibin sedem ku mirovên derveyî û navxweyî bên serdana Herêma Kurdistanê û wan cihan serdan bikin. Ji ber vê yekê Kurdistan di rewşeke baş de ye ku girîngiyê bêtir bide sektora geştiyariyê û bêtir wan projeyan pêk bîne, û derfetên kar jî ji bo gelê deverê bêtir hebin. Ew dikarin hem asta jiyana xwe baştir bikin û hem jî asta qalîteya pêşkêşkirina xizmetguzariyê li ser asta herêmê bêtir bilind bikin.
Ya ku li ser hukûmetê ye, ew e ku hukûmetê bêtir hevkariyê bike, di dayîna destûran de hêsankariyê bêtir bike û di piştgiriya wan projeyan de hevkariyê bike, û her tiştê ku pêwîst be ji bo ku heke projeyên hevpar hebin jî, dîsa hukûmet alîkar be, da ku em bêtir girîngiyê bidin cûrbecûrkirina aboriya Herêma Kurdistanê.
Hukûmetê di gelek waran de hêsankari kiriye, bi taybetî çêkirina rê û banan an jî zêdekirina xizmetguzariya dîjîtal, hem ji bo damezrandina şirketan û hem ji bo xizmetguzariya rojane ya gelê me dema ku tên karê xwe bi rê ve bibin. Ew xizmetguzariyên dîjîtal dikarin gelek alîkar bin da ku şirket di demeke herî kurt de karê xwe bi rê ve bibin û gel jî bêtir ji leza wan xizmetguzariyan sûdê werbigire.
Di dawiyê de daxwaza min ji hemû welatiyan û ji gerîdeyên biyanî jî dema ku tên vir ew e ku rêzê li xwezaya Herêma Kurdistanê bigirin, ji wan projeyan biparêzin û paqijiyê biparêzin, ji ber ku rastî, ji bo me li Herêma Kurdistanê, bilî ku paqijiya xwezaya me wê bedewtir bihêle, her bêstê axa me ji bo me pîroz e, ji ber ku ji bo parastina vê axê xizmet, têkoşîn û zehmeteke gelek mezin hatiye kirin, xwîna şehîdên me li ser wê rijiyaye. Ji ber vê yekê paqij ragirtina axa me û welatê me erk e û hêviya min ew e ku hemûyan wê erkê pêk bînin û xwezaya xwe bi paqijî biparêzin. İnşallah hûn her tim tendurist û silamet bin.
Ji bo navê projeyê jî ez pêşniyarekê dikim. Hûnên Zaxoyî, dema ku kesek ji Zaxo be, jê re dibêjin Zaxoyî, ne wisa ye? Ev jî Gelê Zaxoyê ye, Gelê Zaxo, an jî bi Îngilîzî (Zaxo Valley), wateya wê ev e ku heke hûn hemûyan bikin “Zaxolî”, wê bikin projeya Zaxolî. Li gorî raya min navêkî gelek guncaw e. Heke hûn pê baş bibînin, inşallah hûn serkeftî dibin û Kurdistan jî her ava û pêşketî be. Gelek spas.







