Mesrûr Barzanî rêya duosayda Şêxan-Baʿadre vekir û ragihand: Kêfxweşî ye dema em dibînin ku Kurdistana me roj bi roj zêdetir ava dibe.
Êvara îro, duşem, 26’y Çiriya Yekemê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêya duosayda Şêxan-Baʿadre vekir.
Di axaftinekê de ku di merasîma vekirina rêyê de pêşkêş kir, ragihand: Em îro li vir in ji bo vekirina vê cot rêyê di navbera navenda bajarê Şêxan û rêya Baʿadre ber bi Dihokê ve, ku xizmeta hemû welatiyan dike. Hêvîdar im hemû kes sûdê jê bibînin.
Mesrûr Barzanî îşaret pê da û got: Spasiya pargîdaniya (North Light) a pêkanîner dikim ku vê projeyê berî wextê diyarkirî yê xwe pêk anî û xist xizmeta gelê me.
Herwiha daxwaz kir ku hemû xelkê vê deverê rêberiyên trafîkê li ber çavan bigirin û ewlehiya xwe û welatiyên din li ber çavan bigirin. Inşallah ji vê projeyê xêrê dibînin. Ez dizanim ku hin tiştên din jî ligel vê projeyê hatine kirin û hin rê ji bo gundan hatine pêkanîn. Ev erkê hikûmetê ye ku em bikarin bêyî cudahî zêdetir xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê bikin, lê kêfxweşî ye dema em dibînin ku Kurdistana me roj bi roj zêdetir ava dibe û projeyên wek vê pêk tên.
Di dawiyê de Mesrûr Barzanî got: Spasiya hemû endezyar, karker û hemû kesên ku di projeyê de xebitîn dikim û ragihand: We gelek zehmet kişand, westî nebin. Inşallah Xwedê xelata hemûyan dide û hemû kes jî ji vê projeyê xêrê dibînin; her serkeftî bin. Kurdistana me jî roj bi roj ava dibe.







