Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê bi kesayetî û nûnerên çîn û qatên civakî yên herêma Badînan re civîya û li xizmetkirina hêjayê herêmê, piştgirîkirina sektora çandiniyê û dîtina bazarê ji bo berhemên cotkaran tekez kir.
Îro duşem 26-y Çirîna yekemîn 2026, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê bi hejmareke zêde ji kesayetiyên pêkhate û çîn û qatên civakî yên herêma Badînan re civîya.
Serokê Hikûmetê behsa dîroka têkoşîn û qurbanîdana tijî serbilindî ya gelê herêmê kir di tevgera rizgariyê ya gelê Kurdistanê de û dubare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wezîfeya xwe ya sereke dizane ku bi awayekî hêja xizmeta gelê vê herêmê û hemû herêmên Kurdistanê bike, bê cudahî.
Serokê Hikûmetê behsa pozîsyona girîng a herêmê kir ji aliyê aborî, ger û geşt û çandiniyê ve; di vê derbarê de tekez kir ku di çarçoveya bernameya hikûmetê ya di warê cûrbecûrkirina aboriyê de, me girîngî da sektora çandiniyê û berhem û hilberên hundirîn û me ji bo alîkariya cotkarên Kurdistanê û dîtina bazarê ji bo berhemên wan xebitî.
Paşê serokê Hikûmetê bersîva serek, têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.







