Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşangeha Navneteweyî ya Teknolojiyê (HITEX) vekir û ragihand: ”Ez kêfxweş im ku dibînim pêşeroja Kurdistanê ji aliyê kesên wiha ve tê avakirin, bêguman ev serkeftin û pêşketina Kurdistanê ji niha ve di çavên wan de xuya ye, ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûm ku li gel wan li ser wan dahênanan biaxivim û bizanim çi kirine û ramanên xwe ji ku derê anîne, ku cihê serbilindiyê ye.“
Îro sêşem, 6yê Çirîya Yekemê, Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşangeha Navneteweyî ya Teknolojiyê HITEX 2026li Hewlêrê vekir.
Di destpêkê de serokê hikûmetê beşên pêşangehê gerand û ji nêz ve hemû ew pêşketinên ku ji aliyê ciwanan û şirketên Herêma Kurdistanê û derveyî welat ve di pêşangehê de hatine nîşandan dît.
Dû re di daxuyaniyekê de ji bo medyayan, serokê hikûmetê kêfxweşiya xwe nîşan da û ragihand: ”Ez kêfxweş im ku dibînim pêşeroja Kurdistanê ji aliyê kesên wiha ve tê avakirin, bêguman ev serkeftin û pêşketina Kurdistanê ji niha ve di çavên wan de xuya ye, ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûm ku li gel wan li ser wan dahênanan biaxivim û bizanim çi kirine û ramanên xwe ji ku derê anîne, ku cihê serbilindiyê ye.“
Di beşekî din ê daxuyaniyê de, derbarê mijara vekirina parlamentoya Kurdistanê de, serokê hikûmetê ragihand: ”Min duh jî di merasîma derçûna Zanîngeha Dihokê de daxwaz kir ku hemû parlamenter werin vegerin bo vekirina parlamentoyê, ji ber ku bi rastî ev berpirsiyariyeke neteweyî ya wan kesan e ku gel dengê xwe pê daye, heq e ku ew jî hest bi vê berpirsiyariyê bikin û li hember wan dengan ku ji wan re hatine dayîn, dilsoz bin, niha ew xwe dûr xistine û nayên parlamentoyê vekin, ev bi rastî revîn e ji berpirsiyariyê. Hêvîdar im ku hemû parlamenterek werin, heke gotinên wan jî hene, bila werin di parlamentoyê de gotinên xwe bikin, ez nizanim ji çi ditirsin? Kesek hez bike ku di parlamentoyê de, ku milkê gel e, li wir dikare her mijarek heye, her rexneyek heye, her gotin û axaftinek heye di parlamentoyê de bike, divê ev di zûtirîn demê de bê vekirin û daxwazkar im parlamenterên din êdî demê vala derbas nekin, ji ber ku em pêdiviya parlamentoyê hene, heta ji bo avakirina hikûmetê jî, divê parlamentoyê bê vekirin da ku em gavên pêwîst bo pêkanîna hikûmetê jî bavêjin.“
Derbarê mijara vekişîna hêzên hevalbend de, serokê hikûmetê amaje pê kir: ”Xuya bû ku rojekê hevalbend her diçûn, ji ber ku erkê şerê DAIŞê bi dawî hatiye û ew hêz hêzeke hevalbend bû ji bo şerê DAIŞê, ji ber vê yekê ku ev erk bi dawî bûye, niha bi tevahî diçin, lê ev nayê wê wateyê ku têkiliyên wan hêzan an jî wan welatan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ber bi dawiyê ve diçin. Ew demekê li vir bi awayekî sembolîk amade bûn; di dema şerê DAIŞê de jî piraniya şeran Pêşmerge û hêzên Iraqê kirin. Niha jî bi vê şêweyê hem hêzên Iraqê di astekî baştir de ne, hem jî hêza Pêşmerge amade û xurt e û di astekî pir baş de ye ku bikare li hember her metirsiyekê ku ber bi Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê ve tê, bisekine. Ji ber vê yekê em ne xwediyê tirsê ne ku valahiya ewlehiyê çêbibe, tenê xalê ku ji bo me girîng e mijara dabînkirin û destkeftiya dijî dronan e, lewma hêza berevaniyê ya dijî esmanî, ku ji vê yekê bawer im em pêdiviya zêdetir bi alîkariya hevalên xwe hene, em bi hikûmeta federal re jî berdewam di danûstandinê de ne û Bi dostên me jî em berdewam di danûstandinan de ne ji bo peydakirin û parastina dijî ezmanî, ku ji vê aliyê ve ez bawer dikim paşê em ê tu metirsiyekê nebînin."
Di heman demê de serokê hikûmetê gelê Kurdistanê ewle kir û got: "Em ji paşeroja welatê xwe û ji wan têkiliyên baş ên ku niha bi hikûmeta federal re hene gelek, gelek hêvîdar in, pirsgirêk û arîşeyên kevn jî ber bi çareseriyê ve tên birin, ev jî hemû cihê kêfxweşiyê ye û inşae'llah paşerojekî ronahîtir, baştir û aramtir li benda me ye."
Derbarê tevgerên dawî yên komên tundrew li herêmên sînorî yên 140 û hin herêmên din ên Iraqê de, serokê hikûmetê îşaret bi vê yekê kir: "Li her cihê ku valahiyeke ewlehiyê çêbibe, hêzên terorîst û tundrew hewl didin sûdê ji wê werbigirin, ji ber vê yekê pêwîst e ku hemahengiyeke baştir di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de bê çêkirin, ji bo rakirina her kêmasî û valahiyekê ku terorîst bikarin sûdê ji wê werbigirin."
Derbarê wê pirsê jî ku gelo heta çi astê ji vê kêfxweş in ku ciwanên me ji aliyê teknolojiyê ve ewqas pêşketî ne ku bigihîjin asta cîhanî? Serokê hikûmetê ragihand: "Ez gelek kêfxweş im, bi taybetî ji wan ciwanên ku min dît ku bi xwe afirandina xwe kiriye, tenê ramana afirandinê jî bi xwe tiştekî gelek kêfxweşker e. Wan tiştên baş jî kirine, ev rê li ber wê vedike ku ciwanên me li ser afirandinê bifikirin, li ser wê bifikirin ku bi xwe tiştên nû çêbikin û beşdarî gihiştin û pêşxistina civaka xwe bibin. Ev ji bo me mezintirîn destkeft e, ji ber ku bi rastî mezintirîn sermaye li Herêma Kurdistanê nekanên binerdî ne, ne jî tiştekî din e, belkî bixwe mirov e, bi taybetî ew ciwan mezintirîn sermaye ne ji bo neteweya me, ji bo welatê me. Ez kêfxweş im ku bi xwe ew hest hene ku dikarin li ser afirandinê bifikirin, li ser beşdarbûna di pêşxistina welatê xwe de bifikirin, ev cihê kêfxweşiyê ye û em bi wan serbilind in."
Di dawiyê de di bersiva pirsiyarekê de derbarê budceya 2027 ya Iraqê û ew gotegotên ku dibêjin di wê budceyê de tenê 13 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye veqetandin, di demekê de ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê 30 trîlyon dînar in, serokê hikûmetê got: "Em daxwaza mafê xwe dikin, me tu carî ji mafê xwe zêdetir daxwaz nekiriye, li gorî destûrê, li gorî wê rêjeyê ku Herêma Kurdistanê ji tevahiya budceya Iraqê çend e, em daxwaza wê dikin. Li gorî wan serjimariyên ku hatine kirin, Herêma Kurdistanê bê herêmên veqetandî, tenê ew cihê ku niha di bin desthilatdariya Herêma Kurdistanê de ye, li gorî serjimariya 14.14% e, wê hingê her rêjeyeke ku ji bo Herêma Kurdistanê tê veqetandin, divê li gorî wê rêjeyê be, ev jî ji tevahiya budceya Iraqê ye. Ew hejmar ku min dîtiye an hatiye gotin, bi rastî wekî fermî me nebihîstiye ku heta niha tu biryarek li ser wê hatibe dayîn, axaftin hene, her yek ji aliyekê ve hewl dide ku budceyê ji bo aliyekî din zêde bike, lê em li Herêma Kurdistanê daxwaza mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, mafê Herêma Kurdistanê wekî xwe dikin, me daxwaza zêdetir nekiriye û em ê berdewam jî bikin. Em di danûstandinan de ne, hem bi cenabê serokwezîran re, hem jî bi komîteya peywendîdar a parlamentoyê re, li Wezareta Darayî, bi wan re jî heyetên me di çûnûhatina berdewam de ne bi Bexdayê re, û li ser vê yekê axaftina pêwîst hatiye kirin ku em bikarin mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî xwe peyda bikin.".







