Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cejna Cemayê ji xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û ragihand ku Hikûmeta Herêmê herdem piştgiriya mafên wan ên rewa dike.
Nivîsa peyama Serokê Hikûmetê;
Cejna Cemayê li hemû xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê pîroz dikim û hêvîdarim ku hemû rojên we cejn, xêr û xweşî bin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem piştgiriya mafên rewayên xwişk û birayên Êzidî dike.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û di xweşiyê de bimînin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
06 Çiriya yekem 2026







