Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Brîtanyayê re civîya û rewşa ewlehiyê, rûbirûbûna koça neyasayî, gavên çalakirinê parlamenê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj kirin.
Îro duşem 19-ê Çirîna yekem a 2026, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Jonasan Pawl, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Brîtanyayê, kir.
Di civînê de, ku balyozê Brîtanyayê li Iraqê û konsulê giştî yê wê welatê li Herêma Kurdistanê amade bûn, derbarê rewşa ewlehî û giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê de raman hatin guhertin.
Herdu alî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û pêşxistina têkiliyên dualî û hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, bi taybetî ji bo rûbirûbûna koça neyasayî, li hev bûn.
Di beşekî din ê gotûbêjan de, behsa hewl û gotûbêjên çalakirinê parlamena Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.







