Rêveberiya Medya û Agahiyê ragihand, heyekî bilind ê hukûmeta federal bi serokatiya Muhsin Mendelawî serdana Herêma Kurdistanê dike û li bajarê Zaxo ji aliyê Mesrûr Barzanî, serokê hikûmetê ve pêşwazî ji wî tê kirin, da ku bi tîmê danûstandinê yê herêmê re li ser dosyeyên hevpar civînê bikin.
Îro yekşem 25-y Çirîna yekemîn a 2026, Rêveberiya Medya û Agahiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Heyekî bilind ê hukûmeta federal bi serokatiya Muhsin Mendelawî, cîgirê serokwezîrê federal ji bo karûbarên enerjiyê û bi endamtiya Basim Mihemed, wezîrê neftê û Elî Sead, wezîrê elektrîkê, serdana Herêma Kurdistanê dike; herwiha heyeta alîkarên wan ji serokê heyeta şêwirmendan, cîgirê wezareta darayî, cîgirê wezareta neftê û çend berpirsên bilind ên din pêk tên.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku vê heyeta bilind a hukûmeta federal li bajarê Zaxo ji aliyê Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî ji wan tê kirin.
Rêveberiya Medya û Agahiyê herwiha amaje bi wê kiriye ku paşê heyeta Bexdayê bi heyeta danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dicive, ku ji van kesan pêk tê: Mihemed Kemal, wezîrê berhema xwezayî bi wezîfedarî; Dr. Omêd Sebah, serokê Dîwana Encûmena Wezîranê; Dr. Ebdulhekim Xesro, serokê Rêveberiya Hevahengî û Şopandinê; Ehmed Muftî, cîgirê Wezareta Berhemên Xwezayî û çend berpirsên bilind ên Wezareta Darayî, ji bo koordînasyona zêdetir û gihîştina lihevhatineke baştir derbarê dosyeyên hevpar ên di navbera her du hikûmetan de.







