Pisporê hewayê eşkere dike ku îsal rêjeya baranê li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li deverên çiyayî, baş û dilxweşker dê be.
Hêval Sediq Gelûzî, pisporê hewayê, ragihand: Li gorî pêşbîniyan, rêjeya baranê di mehên 10, 11 û 12an de li Herêma Kurdistanê bi giştî baş û dilxweşker dê be.
Herwiha ragihand: Di navbera van sê mehan de rêjeya baranê li bajarên Herêma Kurdistanê dê ji asta navîn bilindtir be; rêjeyê li deverên çiyayî yên bakur û bakurrojhilatê Herêmê dê zêdetir jî be.
Pisporê hewayê destnîşan kir: Li deverên çiyayî yên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce û rêveberiyên Zaxo, Rapêrîn û Soran, li gorî deverên deştî, baran dê zêdetir be.







