Serokê fraksiyona Partiyê di Parlamentoya Iraqê de ragihand, ji bo astengkirina zêdeçûyîn û talankirina erdên xizmetguzariyê li taxê Cenglawê û gundê Eliyawê, nivîsara fermî ji serokwezîr û desteyên peywendîdar re şandine û astengiya projeyên neqanûnî dikin.
Dr. Şaxewan Ebdulla, serokê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Meclisa Nûnerên Iraqê de, ragihand: Ji bo rawestandina zêdeçûyîn û dagirkirina wan erdan ku ji bo xizmetguzariyê hatine terxankirin, piştî gihîştina gilîya welatiyên taxa (Cenglawê) ku parçe erdekî xizmetguzariyê ji bo veberhênanê hatiye dayîn, nivîsarek fermî ji serokwezîr, Desteya Paqijiyê û Desteya Veberhênana Neteweyî re şandine, da ku pêşî li wê projeyê bigirin. Paşê jî nivîsgeha serokwezîr nivîsarê ji sekretariya giştî re şandiye û ew jî ji parêzgeha Kerkûkê re şandine, bi mebesta rawestandina wê.
Serokê fraksiyona Partiyê tekez kir, li hember berdewamkirina wê projeyê û her projeyeke din li ser erdên maddaya (140), ew hemû rêkaran digirin ber xwe. Di heman demê de, li ser pirsgirêka gundê "Eliyawê" jî nivîsara fermî ji heman aliyên peywendîdar re şandine û li ser nivîsara wan, Desteya Veberhênana Neteweyî Desteya Veberhênana Kerkûkê ji bo rawestandina mijarê agahdar kiriye.
Herwiha hatiye destnîşankirin ku berê jî Komîsyona maddaya (140) li ser nivîsara wan daxwaz kiriye ku hemû wan projeyan ku dikevin ser erdên maddaya 140 rawestînin. Dr. Şaxewan Ebdulla jî piştrastî da welatiyan ku her daxwazek wan bigihîje destê wan, wekî fraksiyona Partiyê li dû wê diçin û her tim li gel daxwazên rewayên wan in.
Tê gotin ku demek e li bajarê Kerkûkê bi navê veberhênanê pêlên nû yên te'rîbê têne bicihanîn; bi awayekî ku erd, milk û malên welatiyên Kurd bi navê zêdeçûyînê tên hilweşandin û ji veberhênêrên girêdayî neteweyeke din re tên dayîn.







