Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ((ENKS) rexne li awayê vexwendina mêvanan ji aliyê Enstîtuya «MERI» ve, di derbarê mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê de, girt; di heman demê de, spasiya şopandina «Bargehê Barzanî» ji bo rastkirina vê kêmasiyê û rêzgirtin ji pirrengiya siyasî kir.
Îro çarşem, 14ê cotmeha 2026, Sekreteriyaya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: vexwendnameyên ku ji aliyê Enstîtuya «MERI» ve ji bo mêvandariya kesayetî û akademîsyenan li ser pirsa Kurd li Sûriyeyê tên şandin, divê li ser bingeha giştgirî û hevsengiyê bin û hemû tevgerên siyasî bê cudakirin û bê paşxistin dihewînin, ku di serî de (ENKS) û partî û hêzên siyasî yên din in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: «Ji bîrkirina tevgera siyasî ya sereke, ku hebûn û rola wê di nûnertiya daxwazên gelê Kurd ê me de nayê înkarkirin, peyameke neyînî ji bo raya giştî ya Kurd dişîne û alîkariya piştgirî û diyaloga berpirsiyar nake. Heta heke armanca van civînan akademîk û zanistî be jî, baştir bû ku vexwendname bi hevsengî bûna û derfet ji bo hemû dîtin û ramanên cuda peyda bikirana.»
(ENKS) spasiya xwe ji bo helwesta «Bargehê Barzanî» derbirî û ragihand: «Em ji baldarî û şopandina Bargehê Barzanî ya derbarê vê mijarê de û ji daxwaza wan a rastkirina vê şaşiyê spasdar in; di heman demê de em tekez dikin ku pirsa Kurd pir mezintir e ji wê ku di nav tevgera taybet de were kurtkirin.»
Di dawiya daxuyaniya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê de hatiye gotin ku xizmetkirina gelê Kurd hewcedariya rêzgirtina ji pirrengiya siyasî û misogerandina beşdariya hemûyan heye, bê paşxistina û derxistina tu tevgeran.







