Rêveberiya Xweseriya Soran ragihand ku 90% ji karên qonaxa yekem a projeya stratejîk a ava vexwarinê ya gundên Badliyan û Delziyan hatiye bicihanîn û bi temamkirina wê, pirsgirêka ava paqij li her du gundan dê were çareserkirin.
Îro duşem 5ê Çiriya paşîn a 2026, Rêveberiya Xweseriya Soran di daxuyaniyekê de ragihand: Qonaxa yekem a projeya ava vexwarinê ya gundên “Badliyan” û “Delziyan” bi lez tê pêkanîn û heta niha 90% ji karên projeyê hatiye bicihanîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Bi temamkirina vê projeya stratejîk, pirsgirêka ava vexwarinê ya paqij li her du gundan dê carek û herdem were çareserkirin û hemû niştecîhên wan dê rasterast jê sûd werbigirin.







