Di bin serperiştiya Wezîrê Navxweyê Herêma Kurdistanê de, rêbernameya encûmenên lêkolîna polîsê bi dengê yekgirtî hate pejirandin, ku armanca wê yekxistina rêkarên lêkolînê ye di nav hêzên ewlehiya navxwe de, li gorî standardên cezayî yên bicîhkirî.
Îro sêşem 20-ê Cotmeha 2026ê, bi amadebûna Reber Ehmed, Wezîrê Navxweyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şêwirmendê qanûnî, rêveberê giştî yê dîwanê, rêveberên giştî yên hêzên ewlehiya navxwe û rêveberên beşên qanûnî yên wezaretê, li ser rêbernameya encûmenên lêkolînê nîqaş hate kirin.
Wezareta Navxwe îşaret bi vê yekê kiriye ku rêbernameya encûmenên lêkolînê yek ji rêbernameyên operasyonên polîsê ye, ku bi fermana wezaretê ya jimare (1075) di meha Cotmeha sala (2025) de derketiye û ji heşt (8) rêberan pêk tê. Ev rêbername jî rêkarên lêkolînê di nav dezgehên polîsê de di dema xizmetê de rêk dixe, di nav wan de wergirtina gotinan û guhdariya şahidên bûyerê.
Di ragihandinê de hatiye gotin: Armanca vê gavê ew e ku li tevahiya Herêma Kurdistanê û di nav hêzên ewlehiya navxwe de, rêkarên encûmena lêkolînê yekgirtî û wekhev bin, li gorî standardan û li gel qanûn û rêkarên cezayî yên bicîhkirî.
Piştî nîqaş û nirxandinê, rêbernameya encûmena lêkolînê bi dengê yekgirtî yê amadebûyan û bi cîbicîkirina hin guhertinên pêwîst hate pejirandin û biryar e di demeke nêzîk de bi fermî derkeve û were cîbicîkirin. Tê zanîn ku nivîsandina van rêbernameyan beşek ji pêvajoya çaksaziyê ye di polîsê Kurdistanê de, ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve tê kirin.







