Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî hemû dengobas û nûçeyên ku behsa hebûna dronan an jî hêz û yekîneyên leşkerî yên Ukraynî li ser axa Herêma Kurdistanê dikin red kir.
Wezareta Navxweyî di daxuyaniyekê de van îdiayan bi "ne rast û bêbingeh" bi nav kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya neguhêrbar di şopandina siyaseta bêalî de tekez kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Herêma Kurdistanê xwe ji nakokiyên herêmî û navneteweyî dûr digire û em bi tundî her hewildanekê ji bo bikaranîna axa herêmê wekî cihekî ji bo her cure tevgerên leşkerî an jî dijminatiyê li dijî her welatekî red dikin."
Wezareta Navxweyî dubare kir ku parastina ewlehî û stabîlîteya herêmê di pêşiya karên wê de ye û bi tu awayî destûr nayê dayîn ku Herêma Kurdistanê bikeve nav an were kişandin nav wan pevçûnan.







