Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek li ser wan gotegotan belav kir ku behsa gihîştina pergala parastina ezmanî bo wezaretê dikin û bi tundî wan nûçeyan red kir.
Îro çarşem, 7yê Çiriya Pêşîn, Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Îro li çend kanalên fermî û nefermî û rûpelên medyaya civakî, nûçeyek bi navê çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmergeyan ve li ser gihîştina pergala parastina ezmanî bo Wezareta Pêşmergeyan hatiye belavkirin.
Wezareta Pêşmergeyan ragihandiye ku tu çavkaniyeke fermî li ser vê mijarê daxuyaniyê nedaye û nûçe ji rastiyê dûr e. Wezaretê tekezî li ser vê yekê kiriye ku tu cureyeke pergala parastina ezmanî negihîştiye Wezareta Pêşmergeyan.







