Piştî têkoşînek dirêj a bi nexweşiyê re, Zeman Ebde, nivîskar û çalakvanê navdar ê dosyaya Enfal û jenosîda gelê Kurd, koça dawî kir.
Sibeya roja pêncşemê 22-ê Çirîna Yekemê 2026, nivîskar û çalakvanê navdar ê warê jenosîdê (Zeman Ebde) piştî têkoşînek dirêj a bi nexweşiyê re koça dawî kir.
Koçber yek ji dilsoz û pêşengên dosyaya Enfal û mexdûrên jenosîda gelê Kurdistanê bû, ku di 35 salên borî de berdewam xemgîniya mexdûran û êşa Enfalkiriyan wekî erk û berpirsiyariya xwe dibînî û dengê wêrek ê vê dosyayê bû.







