Umed Xoshnaw, parêzgarê Hewlêrê, ji (Kurdistan TV) re ragihand ku Wezareta Neftê ya Iraqê soza fermî daye ku di destpêka meha bê de paya nefta spî ya malbatan ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha nîşan da ku amadekariyên pêwîst hatine kirin û rasterast digel gihîştina neftê, wekî gaveke yekem, pêvajoya belavkirina wê li ser malbatan ji herêmên çiyayî û deverên sar ve dest pê dike.







