Navenda Barzanî daxuyaniyek derbarê civîna «MERI» (MERI Forum) belav kiriye û ragihandiye ku civîna MERI ya îsal nekarî bi awayekî guncan, di vexwendina mêvanan û panelên xwe de, pirrengiya siyasî û beşdariya tevgerên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire.
Di daxuyaniya Navenda Barzanî de herwiha hatiye: Di civînekî wiha girîng de, diviya bû nûnertiya pirsgirêka gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemû tevgeran re were nîşandan; em hemûyan agahdar dikin ku MERI bi me re tu têkiliyeke tune ye.
Nivîsa daxuyaniya Navenda Barzanî:
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Derbarê lidarxistina civîna MERI 2026 li bajarê Hewlêrê, mixabin ev kom civata îsal nekarî bi awayekî guncan, di vexwendina mêvanan û panelên xwe de, pirrengiya siyasî û beşdariya tevgerên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê li ber çavan bigire.
Di civînekî wiha girîng de, diviya bû nûnertiya pirsgirêka gelê Kurd li beşên din ên Kurdistanê bi beşdariya hemû tevgeran re were nîşandan.
Ev rengê helwestê bûye sedema fikarên gelên şerker û resen ên beşên din ên Kurdistanê û dibe sedema kûrtirbûna cudahî û duparçebûnê di navbera kurên gelê Kurdistanê de. Em hemûyan jî agahdar dikin ku (MERI) bi me re tu têkiliyeke tune ye.
Navenda Barzanî
13 Cotmeh 2026







