Tê pêşbînîkirin ku di rojên bê de dîsa li herêmên Herêma Kurdistanê baran dest pê bike û dereceyên germahiyê jî çend derece kêm bibin.
Hewal Sedîq Gelûzî, pisporê hewayê, dibêje: Ji sibê, Duşemê, ji ber ketina girseyek hewaya sar a polarî ji rojhilatê Ewropayê, dereceyên germahiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê 3 heta 4 dereceyên selsiyûs kêm bibin.
Wî herwiha dibêje: Tê pêşbînîkirin ku di çend rojên bê de bandora vê zexta bilind kêm bibe û rewşeke hewayî ya neîstîkrar li şûna wê cih bigire, û rewşa baranê jî li hemû herêman baştir bibe.
Wî zêde kir: Ji roja sêşemê ve dîsa neîstîqrarîya hewayê vedigere û di encama ketina nemahiya tropîkal (ekvatorî) bo herêma me de, bandora wê di rojên çarşemê û pêncşemê de dê zêdetir bibe.







