Şeva şemiyê 24 / 10 / 2026 bi dronan êrîş hate ser Geliyê Alanê li ser sînorê qezaya Xelîfanê.
Li gorî agahiyan, êrîşê herêmên çiyayî û derdora wan kirine armanc û aliyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê li ser hûrgulî û zirarên bûyerê lêkolînê dikin.
Çend çavkaniyan îşaret kirine ku dron ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine arastekirin.
Ji 28ê Sibata 2026 ve, bi destpêkirina şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê re, zêdetir ji hezar êrîşên dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin û ji ber wan nêzîkî 150 kesan şehîd û birîndar bûne.







