Ji ber pirsgirêkeke civakî ya di navbera du malbatan de li bajarê Kûfeyê, di nav sînorên parêzgeha Necefê de, du rojan e dibistana seretayî ya bajêr girtî maye; ev jî di demekê de ye ku li seranserê Iraqê pêvajoya perwerdehiyê ya sala nû dest pê kiriye.
Li gorî agahiyên medyayê, çend rojan e ku di navbera du malbatên herêma Qezwîniyê ya li bakurê bajarê Kûfeyê de pirsgirêkek çêbûye. Ev bûye sedema ku dibistana seretayî ya herêmê neyê vekirin û her girtî bimîne.
Ji ber ku dibistan nêzî mala yek ji malbatên pevçûnkar e, xwendekar û mamoste ji tirsa destpêka şer û rûbirûbûna di navbera her du malbatan de naçin dibistana xwe û nikarin dest bi pêvajoya sala nû ya xwendinê bikin.
Ji aliyê xwe ve, hêzên ewlekariya bajêr heta niha nekarîne pirsgirêkê çareser bikin da ku xwendekar biçin salonên xwendinê û dest bi sala nû ya xwendinê bikin.







