Lijneya tenduristiyê ya girêdayî qaymeqamtiya navçeya Berdereşê ragihand, di heyama 15 rojanên borî de, ji ber hebûna dermanên qaçax û derbasbûyî şeş cihên tenduristiyê girtine û dest danîne ser 69 pakêtên dermanên bê stîker.
Di çarçoveya berdewamkirina şopandinên lijneyên qaymeqamtiya navçeya Berdereşê de, lijneya tenduristiyê kontrolên xwe li ser dermanxane, klînîk û laboratwarên herêmê zêde kiriye.
Di daxuyaniyekê de hatiye gotin, di heyama (15) rojanên borî de, ji ber nepejirandina rêwerzên tenduristiyê, nebûna destûrê û peydakirinên dermanên derbasbûyî, qaçax, bê stîker û qedexekirî, şeş cih hatin girtin ku ji sê dermanxaneyan, du klînîkên bijîşkî û cihê birînpêçiyê pêk tên; herwiha di nav kontrolan de dest li ser (69) pakêtên dermanên qaçax û bê stîker hat girtin.
Lijneya tenduristiyê herwiha îşaret bi vê kir ku ji cihêkê ceza ya aborî hatiye standin, pênc peyman hatine tomarkirin û (10) cihên din jî hatine hişyar kirin. Di heman demê de hat tekez kirin ku kontrol û şopandinên wan bidominin, ji bo parastina ewlekarî û tenduristiya welatiyan û astengkirina her binpêkirinê di sektora tenduristiyê de.







